“Roj dest bi sarbûnê dikin. Germahî çend e?”
“Comincia a fare freddo. Che temperatura c’è?”
“Neh pile ye, hîn payîz e. Lê belê zivistan dê, di demeke nêzîk de were.”
“Nove gradi. È ancora autunno, ma presto sarà inverno.”
“Ez li hêviya biharê me, lê belê ez havînê tercîh dikim ji ber ku xweş û germ e.”
“Non vedo l’ora che arrivi la primavera, ma preferisco l’estate, quando il tempo è bello e caldo.”
“Ez ji sarmayê aciz nabim. Ez ji ba û baranê hez nakim.”
“Non m’importa del freddo. Ma pioggia e vento non mi piacciono.”
“Li wan ewrên reş û tarî binêre. Sibe baran dê bibare. Dê pir ba jî hebe. Belkû bahozek çêbibe.”
“Guarda quelle nuvole scure. Domani pioverà. E ci sarà anche tanto vento. Forse ci sarà un temporale.”
“Ez hêvî dikim ku wisa nebe. Bi rastî ez ji hewaya xirab hez nakim, taybeten ji guregura ezman û birûskê. Ez ditirsim ku birûsk li min bikeve.”
“Spero di no. Non mi piace il brutto tempo, specialmente i tuoni e i fulmini. Ho paura di essere colpito da un fulmine.”