Tulima ji muzîkê hez dike. Ew her roj lê guhdarî dike.
A Tulima piace la musica. La ascolta ogni giorno.
Hevalên wê Carlos û Anita jî ji muzîkê hez dikin.
Anche ai suoi amici Carlos e Anita piace la musica.
“Tulima, tu ji kîjan muzîkê hez dikî?” dipirse Carlos.
“Tulima, che tipo di musica ti piace?” chiede Carlos.
“Ez ji muzîka rojavayî hez dikim, lê ez muzîka welatê xwe, Etiyopyayê tercîh dikim.”
“La musica occidentale mi piace, ma preferisco la musica del mio paese, l’Etiopia.”
“Ez ji Kolombiyayê têm. Ez tenê li salsayê guhdarî dikim. Ji bo dansê pir xweş e,” dibêje Carlos.
“Io vengo dalla Colombia. Ascolto solo salsa. È fantastica da ballare,” dice Carlos.
Anita dibêje, “Ez ji stranên romantîk û muzîka ku min kêfxweş dike hez dikim.”
Anita dice “Mi piacciono le canzoni romantiche e la musica che mi rende felice.”
Tu ji kîjan muzîkê hez dikî?
Che tipo di musica ti piace?