Ladda ner PDF
Tillbaka till listan med berättelser

Zarokanîn

Skriven av LIDA Italia

Illustrerad av Sara Dorthea Johannesen

Översatt av Hebûn Stembar

Uppläst av Rabia Ege

Språk nordkurdiska

Nivå Nivå 4

Läs hela berättelsen

Reading speed

Automatisk avspälning


Selamawit 29 salî ye. Wê zaroka xwe ya yekem li Eritreyê anî dinyayê. Wê û malbata xwe li wir demên dijwar derbas kirin, ji ber vê wan biryar da ku biçin Îtalyayê.


Inga beri ku bibe 19 salî mala xwe terikand. Ew çû Norwecê û zaroka xwe ya yekem li wir anî dinyayê.


Dema ku Selamawit bi zaroka xwe ya duyemîn ducanî bû, wê meraq kir bû ka zarokanîna li welatekî din çawa ye.


Selamawit û Inga ji paşerojên cuda ne. Selamawit xwe pêbawer hîs kir ji ber ku tecrûbeya wê ya zarokanînê hebû. Inga bi diya xwe re derbarê zarokanînê de axivî.


Herdu jinan bihîstibûn ku li geleki welatên Ewropayê mafê jinên ducanî heye ku lênêrîna berî zayînê werbigirin. Ev tê wê wateyê ku ew ê di dema ducaniyê de alîkariyê bistînin. Selamavît piştî ku zanî ku ew ducanî ye, bi doktorê xwe re hevdîtin pêk anî. Mêrê Selamawît ew bir doktor.


Doktor hin test kirin û pê hesiyan ku celebek nexweşiya şekir a Selamavit heye ku hin jinên ducanî pê dikevin. Diviyabû bi tendurustî bixwe û werzîşê bikira. Selamavit ji ber ku ew û pitika xwe nexwesiyan zû biçûya cem doktor kêfxweş bû.


Dema ku cîrana wê bihîst ku Înga hewl dide zarokek çêbike, cîrana wê jê re got ku her ku ew ducanî bû here doktor. Bi vî awayî, ew dikare piştrast bike ku ew û zarokê wî sax in. Doktor jê re got ku asîda folîk, vîtamînek ku ji bo jinên ducanî girîng e, bigire.


Inga û doktorê wê biryar dan ku di dema ducaniyê de, ji bo kontrolên rûtîn serdana pîrikekê bikin. Pîrikê şîretên xwe li ser tiştên ku bixwin, çawa têr razin, û çawa hem wê û hem jî zaroka wê ya ku ji dayik nebûye saxlem bihêle.


Zarokên saxlem ji herdu dayikan çêbûn. Inga keçek bû, lê Selamawit kurek din hebû. Mêrên wan pir serbilind bûn û ji her kesê ku ew nas dikin re behsa jinên xwe yên bihêz û zarokên saxlem dikirin.


Skriven av: LIDA Italia
Illustrerad av: Sara Dorthea Johannesen
Översatt av: Hebûn Stembar
Uppläst av: Rabia Ege
Språk: nordkurdiska
Nivå: Nivå 4
Creative Commons Licens
Detta verk är licensierat under en Creative Commons Erkännande 4.0 Internationell Licens.
Valmöjligheter
Tillbaka till listan med berättelser Ladda ner PDF