Navê min Malik e û ez 39 salî me. Ez li Afxanistanê hatime dinyayê. Ola min ji ola sereke ya Afxanistanê cuda ye.
Gelek salan mirovên ku ji ola min; dihatin çewisandin. Ev ji bo malbata min pir zehmet bû.
Çend sal berê li welatê min şer hebû. Ez ditirsiyam ku ez bêm kuştin. Min malbata xwe li wir hêla û ez çûm Ewropayê û min dest bi jiyaneke nû kir.
Min gelek kîlometre li ser piyan derbas kir. Carinan cihê ku ez lê bimînim û xwarin tunebû. Hin kesên ku ez pê re geriyam mirin.
Di dawiyê de ez gihîştim. Min hin kesên ji welatê xwe dîtin ku alîkariya min kirin. Ez nizanim bêyî wan min ê çi bikira.
Min dest bi fêrbûna ziman kir, lê zehmet bû. Min dizanibû ku ji bo bidestxistina kar, axaftina zimanekî girîng bû.
Di destpêkê de ji bo fêrbûna ziman min çend salan xwend. Zehmet bû, lê ez ji fêrbûna tiştên nû kêfxweş dibim.
Piştî xwendinê min dest bi xebatê kir. Pêşî ez li xwaringehekê xebitîm, paşê ez bûm mamoste ji ber ku min dixwest alîkariya kesên din bikim.
Ez hêvî dikim ku rojekê vegerim Afganistanê. Gelek kesên li wir hewcedarê alîkariyê ne û ez dixwazim alîkariya wan bikim.