Ladda ner PDF
Tillbaka till listan med berättelser

Peydakirina karekî

Skriven av Espen Stranger-Johannessen

Illustrerad av Sunniva Høiby-Øiset

Översatt av Hebûn Stembar

Uppläst av Rabia Ege

Språk nordkurdiska

Nivå Nivå 4

Läs hela berättelsen

Reading speed

Automatisk avspälning


Alisha hewce dike ku karekî peyda bike, da ku ew bikaribe alîkariya malbata xwe bike ku heqê xwarin û cilan bide.


Alisha li welatê xwe kar nedikir, lê di çêkirina xwarinê de baş e û ji axaftina bi mirovan re hez dike.


Ew dibe ku di xwaringehekê da bixebite? Alisha li reklama karan li ser Înternetê dinêre.


Ew ji bo şeftiyê îlanekê dibîne. Ew kesê ku li xwaringehê xwarinê çêdike.


Ew ji bo hevpeyvîna kar diçe. Rêvebirê xwaringehê jê re dibêje ku ew hewceyê kesek ku wekî şef perwerde kiriye.


Alisha bêhêvî dibe, lê ew qursek bi navê “Xwarin û mêvanperwerî” digire. Ew hêvî dike ku ev ê ji wê re bibe alîkar ku di xwaringehekê de karekî peyda bike.


Alisha neçar e ku di xwaringehekê de wekî beşeke kursa perwerdehiya xwe bixebite. Meaş nagire, lê tecrûbeya xebatê distîne.


Ew Hûrgiliyên kursê li CVya xwe zêde dike. CV ravekirina hemû karên ku wê kîriye û hemû kursên ku wê girtiye ye.


Careke di ku Alisha ji bo hevpeyvîna kar diçe xwaringehekê, jê re kar tê pêşniyazkirin. Karê zor e. Ew gelek caran neçar e ku êvaran bixebite, dema ku zarokên wê ji dibistanê têne malê.


Ew serbilind e ku karekî wî heye ku bi pereyên xwe ji malbata xwe re xwarin û cilan bikire.


Skriven av: Espen Stranger-Johannessen
Illustrerad av: Sunniva Høiby-Øiset
Översatt av: Hebûn Stembar
Uppläst av: Rabia Ege
Språk: nordkurdiska
Nivå: Nivå 4
Creative Commons Licens
Detta verk är licensierat under en Creative Commons Erkännande 4.0 Internationell Licens.
Valmöjligheter
Tillbaka till listan med berättelser Ladda ner PDF