Ladda ner PDF
Tillbaka till listan med berättelser

Zilamekî kal wekî mêr

Skriven av Aranya

Illustrerad av Sunniva Høiby-Øiset

Översatt av Hebûn Stembar

Uppläst av Rabia Ege

Språk nordkurdiska

Nivå Nivå 5

Läs hela berättelsen

Reading speed

Automatisk avspälning


Min digot qey mêrên Norwêcî zilamên herî baş ên cîhanê ne, lê ew ne rast e! Berî ku ez wî zilamê ku bû mêrê min nas bikim, ez li Bangkokê di kargehekê de dixebitim, û ew li Pattaya dijiya. Me bi rêya Înternetê hev nas kir û di dawiyê de bûn cotek.


Piştî demekê me biryar da ku em bizewicin. Ez ji malbateke feqîr hatim, lema jî hebûna mêrekî biyanî yê ku bikaribe debara malbata min bike, bû parekî sedema ku ez bi wî re bizewicim.


Em koçî Norwêcê kirin, û min dest bi dibistanê kir ku ez Norwêcî hîn bibim. Demek dijwar bû. Ehliyeta min tune bû, mêrê min mecbûr ma bi ajotina min bibira dibistanê, li benda min bisekine û vegere. Ji her alî ve saetek bû. Piştî demekê em nêzîkî hev bûn, lê wî dîsa jî israr kir ku min bi ajotina dibistanê. Wî nedixwest ku ez bi tenê bimeşim.


Ji dema ku ez hatim Norwêcê hema hema tu pereyê min nemabû. Mêrê min carekê ji bo firavînê pere da min, lê ji ber ku pereyê min pir hindik bû min ew parast. Hevalên min ên li dibistanê dixwazin ji min re bibin alîkar ku karekî peyda bikim. Mêrê min, min ji bo karê paqijiyê minasib nabîne.


Li şûna wî karekî din ji min re hebû – çêkirina garajê. Ew serkar bû û min her tişt kir. Ji ber ku nexweş bû, nikaribû pir tişt bike. Ji çêkirina garajê pere stend, lê neda min.


Rojekê gava ew li malê tenê bû, wî got ku ew bêzar bûye û biryar da ku em kûçikek bistînin. Min kûçikek nedixwest ji ber ku ez piştî dibistanê westiyam û karê malê hebû. Wî got ku ewê her roj bi kûçikê bimeşe, lê di dawiyê de ez neçar bûm ku hem kûçik û hem jî mêrê xwe yê pîr biparêzim.


Nizanim paşeroj wê çi bi xwe re bîne. Plana min ew e ku ez biçim dibistanek din, lê mêrê min naxwaze ku ez wiya bikim. Ew plan dike ku dûrtir biçe da ku karê min tevlihev bike. Ez dixwazim li ber xwe bidim lê nizanim çawa. Jiyana li welatekî din bi mêrekî pîr re ji ya ku min texmîn dikir dijwartir e.


Skriven av: Aranya
Illustrerad av: Sunniva Høiby-Øiset
Översatt av: Hebûn Stembar
Uppläst av: Rabia Ege
Språk: nordkurdiska
Nivå: Nivå 5
Creative Commons Licens
Detta verk är licensierat under en Creative Commons Erkännande 4.0 Internationell Licens.
Valmöjligheter
Tillbaka till listan med berättelser Ladda ner PDF