Ladda ner PDF
Tillbaka till listan med berättelser

Çîroka Agostino

Skriven av LIDA Italia

Illustrerad av Billie Cejka Risnes

Översatt av Hebûn Stembar

Uppläst av Rabia Ege

Språk nordkurdiska

Nivå Nivå 5

Läs hela berättelsen

Reading speed

Automatisk avspälning


Navê min Agostino ye û ez 51 salî me. Karê min gihandina xwarinê bi bîsîkletê ye. Du keçên min hene, lê em qet naaxivin. Ez û diya wan êdî bi hev re najîn ji ber ku em ji hev cuda bûne.


Ez bi diya xwe re dijîm, ji ber ku piştî hevberdanê nikarim kirê bidim. Li vî bajarî kirê pir biha ne.


Çend meh berê ez wek xedeme li şîrketekê dixebitîm. Min tiştên şikestî tamîr dikirin, qutî hildigirtin û dema ku hewcedariya kesî pê hebû min alikarî dikir. Rojekê şîrketê ez ji kar derxistim. Min fêm nekir çima.


Min dît ku gelek kes bi bîsîkletê xwarinê belav dikin. Ez dikarim li bîsîkletê siwar bibim, ji ber vê yekê min li deriyê şîrketeke mezin a teslîmatê xist. Ji bo her teslîmkirinê sê euro pêşkêşî min kirin. Ez rojê 40 euroyan qezenc dikim, heke şansê min pir hebe û xerîdar bexşîşê bidin min, rojê 60 euroyan qezenc dikim.


Ez betlaneya meaş nagirim, heqê nexweşiyê nagirim, hema hema tu mafên min tune. Ez nafikirim ku ev rast e lê ez hewceyê xebatê dikim. Gelekiya karkerên din ji çar aliyên cîhanê koçber in.


Her roj gelek kesên teslîmkar di qezayan de birîndar dibin. Dûvre rayedaran dest bi ferqa me kirin dema ku teslîmkarekî 25 salî li wesayîtekê qelibî û mir. Heyf e ku berî ku ev yek biqewime bimire.


Li gel kesên ku ji pargîdaniyên din şandin, ez beşdarî qursek mafên kedê li sendîkayek herêmî bûm. Wan şêwirmendiya hiqûqî ya be pare pêşkêşî me kirin. Ji bo ku em zêdetir nasname û mafên xwe bi dest bixin me têkoşîn kir.


Piştî demeke dirêj me berdêla hemû hewldanên xwe girt. Pargîdaniyek mezin a radestkirinê neçar ma ku cezayê giran bide û karên daîmî bide karkeran. Li her derê cîhanê cara yekem bû. Wusa diyare ku tişt dest bi başbûnê dikin.


Skriven av: LIDA Italia
Illustrerad av: Billie Cejka Risnes
Översatt av: Hebûn Stembar
Uppläst av: Rabia Ege
Språk: nordkurdiska
Nivå: Nivå 5
Creative Commons Licens
Detta verk är licensierat under en Creative Commons Erkännande 4.0 Internationell Licens.
Valmöjligheter
Tillbaka till listan med berättelser Ladda ner PDF